Read in English

The International Press Institute (IPI) û MIDASê 12ê Avrêlê pê de serîlêdanên bernameya bursa NewsSpectrumê vedike.

Bernameya bursê, ji bo rojnamevanan û xebatkarên pispor yên medyayê yên ku di welatên girêdayî Yekîtiya Ewropa de dixebitin hatiye vekirin. Bername, wê xebatên di zimanên hindikayiyan de tên amade kirin (Romenî û zimanên koçberan jî tê de) qebûl bike. Armanca bernamê, pêşxistina hevkariya xebatên medyayî yên di zimanên hindikahiyan û zimanên din yên fermî û piranî- zimanan e.

NewsSpectrum, plan dike ku di sala 2021an bursê bide 40 kesan: Collaborative Reporting Fellowships û Professional Placement Fellowships.

Naveroka bursan û rojên dawî ji bo serîlêdanan

Collabrative Reporting Fellowship, dixwaze ku xebatên rojnamevanên di zimanên hindikayiyan de dixebitin (rojnamevanên freelance di xebitin ji tê de) û xebatên rojnamevan û saziyên medyayî yên di zimanên piranî de tên kirin hevkar bike.

Projeya ragihandinê dikare li ser her mijarên berjewendiya giştî ya ku bi guhdarên her du rêxistinên medyayê re têkildar e bisekine. Lê, pêşanî wê ji projeyên ku rewş û perspektîfa taybetî ya komên hindikahiyên li Yekîtiya Ewropayê dijîn an jî têkiliyên di navbera komên hindikahî û pirraniyê de radixe pêş re were dayîn. Projeyên ku dibin alîkar ji bo şopandina rojewa Ewropî ya di çapemeniya bi zimanê hindikahî de tê weşandin jî wê werin bijartin. Hemû nûçe an jî serpêhatî dikarin bi her formatî werin weşandin. Teknîkên çîrokbêjiya û guhdariya dîjîtal bi pêş dixin jî wê werin bijartin. Tê xwestin ku nûçe di saziyên medyayî yên him di zimanên hindikahiyan de û him jî pir-ziman de weşanê dikin de werin weşandin.

Dîroka dawîn a serîlêdanên ji bo Collaborative Reporting Fellowships 28ê Gulana 2021an e. Tê plan kirin ku di mehên hezîran û tebaxê de du car din bang were kirin. Ji bo agahdariya berfireh û pirsyarên piranî tên pirsîn (PPP) bi tikînin.

Professional Placement Fellowship piştgiriyê dide ziyaretên kurt- demî yên di navbera xebatkarên pispor yên di zimanên hindikahiyan de dixebitin û saziyên medyayî yên piranî- ziman de tên kirin. Ji bo bursê hemî karmendên dezgeha medyayê, rojnamevan, edîtor, nûçegihanên wêne, rêveberên navendên nûçeyan, rêveberên medyaya civakî, rêveberên civakê an jî karmendên ku li ser nûjeniya dîjîtal dixebitin dikarin serîlêdanê bikin. Hevkarên serbixwe yên freelance jî dikarin serîlêdanê bikin. Burs, wê ji bo bi pêşxistina hevkariyê, pêşxistina ragihandinê, veguheztina dîjîtal, modelên karsaziyê, beşdarbûna temaşevanan, û avakirina civatê jî werin bikaranîn.

Serîlêdanên ji bo Professional Placement Fellowship wê 12ê avrêlê destpê bikin û 28ê Gulana 2021ê bi dawi bibin. Serilêdan, wê bi rêzê werin lêkolîn. Ji bo Professional Placement Fellowshipê bangek din nayê plan kirin. Ji bo agahdariya tevahî û pisyarên piranî tên pirsîn (PPP) bi tikînin.

Şertên serîlêdanê u hûrguliyên girîng

Pisporên medyayê yên bi zimanê hindikahî dixebitin, heke dezgeha çapemeniya wan li Yekitiya Ewropayê an jî li Brîtanya yê be û bi kêmanî 51% naveroka xwe bi zimanek herêmî an jî hindikahî hilberîne (zimanên koçber û zimanên Romenî jî tê de) dikarin serîlêdanê bikin. Ji bo zimanên ku wê werin qebul kirin agahî li vir e. Divê bingeha hevkar ya ku di zimanê piranê de dixebite û mêvandarê raporkirinê jî li Yekitiya Ewropayê an jî li Brîtanyayê be. Bername, ji bo hevkariyên derveyî-sînor jî vekirî ye.

 Li gorî armanca NewsSpectrumê ya avakirina hevkariyên domdar di navbera çapemeniya hindikahî- û piranî-ziman de, tê teşwîq kirin ku yên beşdar dibine bernamê, li qadê bin. Ev, bi taybetî ji bo Professional Placement Fellowship wisa ye. Lê, ji ber şertên pandemiya COVID-19 de, wê opsiyonên xebatên li cihên dûr tên kirin jî werin hesibandin, bi şertê ku proje bi bandor werin meşandin.

Bi gelemperî, hatiye plan kirin ku her du bernameyên bursê du hefteyan bidomin. Lê dibe ku ew dem hinekî zede an jî kêm bibin. Burs, dikarin di navbera 31ê hezîranê û 31ê çileye de werin bikar anîn.

Him hevkarê medyayê yê ku di zimanên hindikahiyan de dixebite him jî  şirîkên wan ên ku di zimanên piranîyan de dixebite, dikarin her yek ji hevpişkek heya 6,000 € bixwazin. Burs, dikare mehaneyên nûçegihanên di zimanên hindikahiyen de dixebitin (rasterast ji karsaz re tê vegerandin) û mesrefên wan yên rojane (wek mesrefên girtina malê û xwarinê) bide. Mesrefên rêwitiyê jî wê werin dayîn. Ew mehane, ji saziyên medyayî ên di zimanê piraniyan re, dikarin ji bursê werin girtin. NewsSpectrum plan dike ku di sala 2021an de 480,000 € bursê bide beşdaran.

Ji bo serîlêdanê, divê pisporên çapemeniyê yên eleqedar li ser malpera NewsSpectrumê danasîna tevahî, şertên serîlêdanê û hilbijartinê, û talîmatên serîlêdanê bixwînin. Divê serîlêdan bi zimanê  Ingilîzî werin kirin. Berî serilêdanê, tê pêşniyar kirin şirîkek ragihandinê an jî saziyek medyayê ê şirîk bê peyda kirin. Lê heke hewce be, NewsSpectrum amadeye ku saziyek host, ji bo ku yên şirîkek ragihandinê an jî saziyek medyayê yê şirîk nedîtibe, peyda bike.

Yên ku wê bursê bistînin, dê ji hêla komîteyek hilbijartinê ya pênc- endam ve werin hilbijartin ku dê pisporên serbixwe jî tê de hebin. Bername, parastina serxwebûna edîtoryal ya hemî beşdaran diparêz e û garantî dike.

Di derbarê bernamê de

NewsSpectrum karsaziyek hevpar ya International Press Institute (IPI) û European Association of Daily Newspapers in Minority and Regional Languages (MIDAS) ê ye. Roma Institute for Arts and Culture (ERIAC) hevparê piştgiriyê ye.

NewsSpectrum bernameyeke nû ye û dike ku hevkariya xebatên medyayî yên ku di zimanên hindikahiyan (zimanên koçberan jî tê de) û xebatên piranî- ziman ên ku li Yekitiya Ewropayê de tên kirin, bi pêş bixe. Armanca hevpeymanên NewsSpectrumê ewe ku hevkariya di navbera her du koman de zêde bikin û bi vê yeke jî xebatên medyayî yên azad û pirziman li Yekitiya Ewropayê bigihînin asteke domdar. Herwiha NewsSpectrum hêvî dike ku nûçeyên di derbarê pirsgrêkên hindikahiyan û axavtin û ramanên nûnerên wan di çapemeniyê bên weşandin û bên dîtin.

Bernameya NewsSpectrum wekî projeyek pîlot ji hêla Komîsyona Ewropayê ve û bi piştgiriya ERIACê tê fînanse kirin. Piştî ku werin pejirandin, hevkarên din jî wê werin ragihandin.

Pirsyarên we hene?

Ji bo pirsyarên li ser serîladên hûn dikarin malpera NewsSpectrumê ziyaret bikin an jî li pirsyarên piranî tên pirsin (PPP) binêrin. Heke pirsên we yên din, yên cûda hebin hûn dikarin li ser her mijarekê têkiliyê bi me re çêkin.

Ji bo têkiliyê

Josh LaPorte (IPI): [email protected]
Anna-Kira Pirhofer (MIDAS): [email protected]

Ji nûçeyên dawîn nemînin. Qeyda xwe ji bo bûltena nûçeyan ya NewsSpectrumê çêkin.

 


The NewsSpectrum programme is co-funded by the European Commission within the framework of the pilot project “Internship opportunities for Minority Language Media”, with additional financial support from ERIAC. Further partnerships will be announced as they are confirmed.

(Photo by Finn Hackshaw on Unsplash)